Hevpeymaniya Serwerî ya Sune, PDK û Tevgera Sedir lihevkirinek nû li ser namzetên serokwezîr û serokkomarên Iraqê kirin.
Îro li Bexdayê bi civînek çapemeniyê, Hevpeymaniya Serwerî ya Sune, PDK û Tevgera Sedir avakirina Hevpeymaniya Rizgariya Nîştimanî ragihandin.
Di civîna çapemeniyê de her sê aliyan Rêber Ehmed wek namzetê serokkomariyê û Mihemed Cehfer Sedir jî wek namzetê serokwezîriyê diyarkirin.
Wê roja 26’ê Adarê carek din Parlementoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomarê nû bi cive.