Operasyona qirkirina siyasî a dewleta Tirk ku 150 kes binçavkirin li gelek bajarên Bakurê kurdistanê û Tirkiyê hate protestokirin HDP, OHD û gelek partî û rêxistinên siyasî bertek nîşanî girtinan dan û şermezar kirin. Di daxuyaniyan de ev operasyon weke tirsa desthilta AKP-MHP’ê ya di têkçûna hilbirtinan de hate destnîşankirin.
Li dijî vê yekê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji aliyê partî,sazî û rêxistinan bertek hate nîşandan.
Partî,sazî û rêxistinên Kurdistanî û Demokratik operasyona serdegirtinan protestokirin û bi tundî şermezarkirin.
HDP: Deshilat di Erefeya hilbijartinan de têk diçe
Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî binçavkirinan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HDP diyar kir deshilata AKP-MHP’ê ku di erefeya mezintirîn têkçûna xwe ya hilbijartinê de ye, di nava tirs û xofeke mezin de ye û got: “Lewma êrişên xwe yên li dijî partiya me, rêxistinên civaka sivîl, hêzên çalak ên civakî û muxalefetê bedewam dike.”
HDP: Banga li herkesî dikin ku xwedî li sindoqan derkevin
Lijneyê diyar kir ku Hikumeta AKP’ê bi rêbazên şerê taybet, gef, şantaj û bi her cureyên êrişan hewl dide temenê xwe dirêj bike û ev bang kir:
”Banga me li her kesî ew e ku xwedî li sindoqan derkevin û li dijî darbeyan jî bi awayekî çalak tev li têkoşînê bibin.
Li 21 bajaran qirkirina siyasî hate protestokirin
Binçavkirin, li pêşiya edliyeyên bajarên Amed û Stenbolê jî di nav de li 21 bajaran hatin protestokirin.
Endamên Baroya Amedê bertek nîşan dan û xwest ku tavilê dawî li binçavkirinên derhiqûqî were anîn.
Şaxa OHD’a Stenbolê jî bi heman boneyê li pêşiya Edliyeya Stenbolê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin “Divê ev binçavkirin ji hêla siyasî ve bên nirxandin.
Em weke binçavkirinên asayî lê nanihêrin.
“Ev operasyon ji bo bêdengkirinê ye”
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) jî bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî operasyona li dijî rojnamevanan da û wiha got: “Ev operasyona ku 19 roj beriya hilbijartinên herî krîtîk ên dîroka Tirkiyê hat kirin, ‘operasyona hilbijartinê’ ye!
Divê demildest ev operasyonên li dijî siyasetmedar, parêzer, hunermend û rojnamevanan hatiye kirin were bidawîkirin.
Ev operasyona bêdengkirina gelê kurd e.”
Pervîn Bûldan: Ev operasyoneke kompasê ye
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û namzeta parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk Pervîn Bûldan nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirinê da û operasyon weke kompasê bi lêv kir
Pervîn Bûldan li hemberî zextan astengkirinan û mercên faşîzmê yên dewleta Tirk banga piştevanî û yekitiyê li gel kir û got: Roj roja yekitî û hevgirtinê ye. Roja roja mezinkirina têkoşînê û têkbirina faşîzmê ye.”