Di 24 saetan de bêtirî 6000 koçber gihiştin grava Lampedûsa

Di nava 24 saetan de zêdeyî 6 hezar koçber gihîştin Lampedûsayê
Di nava 24 saetan de bêtirî 6 hezar koçber di ser Derya Spî re gihîştin girava Îtalyayê.
Rayedaran rewşa awarte ragihandin.

Berdevka rêxistina Xaça Sor a Îtalyayê Francesca Basîle diyar kir ku di nava 24 saetan de derdora 6 hezar koçber bi 120 keştiyên cuda gihîştin Lampedûsayê.

Rojnameya Corrîere della Sera diyar kir ku hejmara koçberên gihîştin derdora 7 hezar kesî ye.

RTBF jî diyar kir ku 6 hezar û 800 kes gihîştin.

Navenda pêşwazîkirinê ya bi kapasîteya 400 kesî ya li giravê bi temamî xitimî.

Polîsên Îtalyayê hewl dan bi sedan koçberên dixwestin welêt biterikînin asteng bikin.

Şaredarê grava Lampedûsa rewşa awerte ragihand

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îtalyayê ANSA’yê, Şaredarê Giravê Fîlîppo Mannîno êvara Çarşemê rewşa awarte ragihand.

Hikumeta Gîorgîa Melonî ya rastgira tund ji xwe meha Nîsanê ya derbasbûyî li tevahiya welêt biryareke bi vî rengî wergirtibû.

Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonîo Tajanî li ser X’ê daxuyaniyek da û got,

“Ji bo alîkariya bi şêniyên Lampedûsayê û koçberên tên giravê wê her tiştî bikin.”

Ji bo kêmkirina qelebalixiya zêde, tê plankirin ku kesên tên qonax bi qonax li bajarên din ên Îtalyayê bêne bicihkirin.

Back to top button