Dagirkeran gundên Til Temirê topbaran kirin

Dagirkeran îro dîsa gundên navçeya Til Temirê topbaran kirin. Meclisa Leşkerî ya Til Temirê jî li dijî 2 çeteyên xwestin malên welatiyên gundê Leylanê talan bikin, çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de her du çete hatin kuştin.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê îro piştî nîvro gundên Şêx Elî yê bakruê Til Temir û Gozeliye û Til El Leben yê rojavayê Tir l Temirê bi çekên giran topbaran kir.

Der barê ziyanan de tu agahî nehatin wergiritn.

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê: 2 çeteyên ku dar û malên gundê Leylanê talan dikirin hatin kuştin

Back to top button