Derbarê sûc û hovîtiya dewleta Tirk dike Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxuyaniyek da

Komîteya Koçberên Serêkanıyê derbarê sûc û kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê ên ku li Serêkaniyê pêk tînin de daxuyaniyek da. Komîteyê bal kişand ser êriş û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî mal û milkên welatiyan û bang li civata navnetewî û saziyên mafên mirovan kir ku li hember van sûcan bêdeng nemînin.

Îro Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxuyaniyek derbarê sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li bajarê Serêkaniyê da.

Di daxuyaniyê de hat diyar kiirn êriş û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li bajarên dagirkirî, li pêşiya çavê civaka nevnetewî her diçe zêde dibe.

Hat diyar kirin ev yek jî nîşan dide ku dewleta Tirk pabendî tu biryarên civaka navnetewî nabe û wiha hate gotin;

“Di 22 ê meha Adarê de, hin komên çeteyan ên bi navê Hemzat û bi taybetî bihatina Cejna Newrozê re, 9 malên welatiyên gundê Kaniya Hespê a Serêkaniyê hilweşandin.

Her wiha bi hiceta ku wê bikin cihê leşkerî û perwerdeya leşkerî bexçeyên gund bi temamî xerakirin.

Ji ber ku şêniyên ku li wir mane û bi taybetî Kurd dagirkeriyê napejîrînin, dewleta Tirk û çeteyên wê li Serêkaniyê û gundên wê van sûcan pêk tînin”

Komîteya Koçberên Serêkaniyê di daxuyaniya xwe de ev kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê bi tundî şermezar kir.

Heta dawîanîna dagirkeriyê vegera li Serêkaniyê emê têkoşîna xwe bidomînin

Her wiha bang li civaka navnetewî û saziyên mafên mirovan hate kirin ku bi erk û berpirsiyariyên xwe yên mirovî rabin û rê li hember van sûcên hovane bigrin.

Di dawiya daxuyaniyê de Komîteyê soz da ku heta dawî anîna dagirkeriyê û vegera gel li Serêkaniyê dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Navê welatiyên ku malên wan hatine wêrankirin ev in:

Elî Mistefa Hemo Kor
Mezlûm Elî Mistefa Hemo Kor
Doxan Elî Mistefa Hemo Kor
Ehmed Mihemed Hemo Kor
Elî Mihemed Hemo Kor
Ebid El-Qadir Mihemed Hemo Kor
Mehmûd Mihemed Hemo Kor
Ednan Mihemed Hemo Kor
Ezîz Mihemed Hemo Kor
Ezîz Mistefa Hemo Kor
Ferhad Ezîz Mistefa Hemo Kor û
Elî Ezîz Mistefa Hemo Kor.

 

Back to top button