Li Girê Spî û Efrînê çete bi hev ketin, sivîlek birîndar bû

Cihê ku çeteyên dewleta Tirk lê hebin, li wir ne aramî heye û ne ewlehî. Komên çete yên li Efrîn û Girê Spî dîsa bi hev ketin, şerên giran di navbera wan de qewimî. Di encama şerê li Girê Spî de sivîlek birîndar bû.

Çeteyên li gundê Meydankê yê Şerayê li ser parvekirina dizî û baçeyên ku li welatiyan ferz dikin, şer kirin.

Çeteyan di şerê xwe de çekên sivîk û navîn bi kar anîn.

Li Girê Spî jî ji bo desteserkira depoya genim a Sixêrat di navbera çeteyên dewleta Tirk de şer derket.

Di vî şerî de sivîlê bi navê Nebîn Şihade yê ji gundê Şirgirakê birîndar bû.

Li herêmên dagirkirî çete her dem li ser parvekirina pereyên ku dizîne bi hev dikevin, di van şeran de jî tenê sivîl dibin qurbaî.

Back to top button