YPJ’ê sersaxî ji malbata şehîdên êrişa Qamişlo re xwest

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbata şehîdên êrişa Qamişlo re xwest.

YPJ’ê diyar kir ku dewleta Tirk ev 10 salin êrişên qirkirinê li dijî gelê herêmê pêk tîne û got: ”Dewleta Tirk herî dawî êrişî Qamişlo kir û 3 welatî şehîdkirin.”

YPJ’ê sersaxî ji malbata şehîda re xwest û ev soz da gel: ”Em soz didin gel û şehîdên xwe ku em ê ti carî nehêlin ruhê berxwedanê lewaz bibe.

Em ê agirgeha şoreşê her tim geş bihêlin û têkoşîna azadiya Kurdistanê bi serkeftinê tacîdar bikin”.

Back to top button