Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî nerazîbûnên tund nîşanî êrişê dan.
Kongra Star a herêma Efrînê, Partiya Aştî ya Demokrat, Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd û Mala Êzidiyan êrişa dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyan êrişa li dijî welatparêzên Kurd yên li Qamişlo şermezar kirin.
Kongreya Star ya herêma Efrîn: Rusya û Koalîsyona Navnateweyî berpirsê vê komkujiyê ne
Bi pêşengtiya Kongreya Star ya herêma Efrînê, Desteya Jinên herêma Efrînê, endamên deste, yekitiyan û jinên kampa Berxwedan li qada sereke ya kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya Şehbayê kom bûn û daxuyanî hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin “Ji ber dewleta Tirk, projeya mirovî û demokrasî ya li bajarê Qamişlo li ser siyaseta xwe ya dagirkirinê xetere dibîne êrişê gelê me yê kedkar û welatparêz dike.
Kongreya Star diyar kir ku jiber planên dewleta tirk ji aliyê têkoşîn û keda vî gelî ve hate têkbirin, dewleta Tirk êrişên xwe zêde kirine.
Kongreya Star komkujiya dewleta Tirk a li dijî welatiyên Qamişlo pêk anî şermezar kir û di dawî de diyar kir ku Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî berpirsê vê komkujiyê ne.
Partiya Aştî ya Demokrat a Kurdistanê: Ev komkujî dewama siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk e
Partiya Aştî ya Demokrat a Kurdistanê jî têkildarî komkujiyê daxuyaniyek da û got:
“Ev komkujî dewama siyaseta qirkirinê ye ku dewleta Tirk li dijî pêkhateyên herêmê dimeşîne û bi taybet li dijî gelê Kurd.
Partiyê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û bi tundî êrişa dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.
Partiya Aştî ya Demokrat a Kurdistanê bang li partiyên Kurdistanî kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bibin yek.
Bartiya Demokrat a Pêşverû: divê partiyên kurd nakokiyên xwe bidin aliyekî û yekitiya xwe xurt bikin
Partiya Demoqrat a Pêşverû a Kurd ya li Sûriyê jî tekildarî êrişa dewleta Tirk daxuyaniyek da.
Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd ya li Sûriyê, kirinên hovanê yên dewleta Tirk şermezar kir û bang li hêz û partiyên Kurd kirin ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û di vê dema hestiyar de yekitiya xwe xurt bikin.
Mala Êzidiyan ya herêma Cizîrê: Dewleta Tirk bi hedefgirtina kesayetên welatparêz hewl dide tola DAIŞ’ê hilîne
Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê jî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî malbata Gulo pêk anî bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê anî ziman ku dewleta Tirk a qirker ku planên wan negihiştin serî bi hedefgirtina kesayetên welatparêz hewl dide tola DAIŞ’ê rake.
Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê êriş şermezar kir û bang li tevahî Kurdistaniyan kirin ku li dijî êrişan bibin yek.