Li Tirbespiyê û Dêrikê êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê hate şermezarkirin

Çalakiyên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê dewam dikin
Îro jî li seranserî herêmê çalakî hebûn û peyama berxwedanê hat dayîn.

Hêrsa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê zêde dibe.

Meclisên Malbatên Şehîdan ên Tirbespiyê û Dêrikê bi daxuyaniyên cuda hevkariya PDK’ê a bi dagirkeriya Tirk re şermezar kirin.

Meclisa Tirbespiyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Dewleta Tirk siyasetên qirkirinê li dijî gelê Kurd pêk tîne, zarokan dikuje û nirxên me dike hedef.

Gelê Kurd bi tevahî piştgiriyê dide gerîlayên azadiyê, lê PDK’ê piştgiriyê dide êrişên dewleta Tirk a dagirker.”

Meclisê di dawiya daxuyaniyê de bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî siyasetên PDK’ê yên “Xiyanetê” bisekinin.

Li navçeya Dêrikê jî bi dehan malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî gerîla û hevkariya PDK’ê û wiha hate gotin, “Dagirkeriya Tirk bi hevkariya PDK’ê 5’ê Îlonê li Xelîfanê êrişî komeke gerîla kirin. 3 ji wan şehîd bû û 2 gerîlayên birîndar jî aqûbeta wan nayê zanîn.”

Meclisê di dawiyê de bang li PDK’ê kir ku dest ji xiyanetê berde û aqûbeta gerîlayên dîl hatine girtin eşkere bike.

Çalakiya konvedanê ya li ber NY di roja 31. dewam dike

Çalakiya konvedanê ya li ber avahiya NY li Qamişloyê di roja 31. bi beşdariya endamên HPC’ê yên Til Temirê dewam dike.

Li bin kon endama rêveber a HPC-Jin a Til Temirê Medya Mamo axivî û êrişên dewleta Tirk û bêdengiya navnetewî ya li hember êrişan şermezar kir û got: “Ev hemû sûc ji ber bêdengiya Cîhanê têne kirin.

Endama Meclisa Navçeya Til Temirê Zeyneb Ayo jî êrişên dewleta Tirk û armancgirtina zarok û jinan şermezar kir û got: “Armanca dagirkeriya Tirk ji van êrişan projeya Rêveberiya Xweser, jiyana hevbeş û yekîtiya pêkhateyên herêmê têk bibe.”

Back to top button