Çalakiya kon ya li Qamişlo li ber ofîsa NY dewam dike

Li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û bê helwestiya li dijî vê yekê çalakiyên li herêmê dewam dikin. Îro jî li Qamişlo û Şehba çalakî hatin lidarxistin. Bang li Rûsya û Amerîka hate kirin ku li hemberî biryara xwe ya agirbestê ku we bi dewleta Tirk di 2019’an imze kiriye, rêzdar bin.

Gelê herêmê li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û bêdengiya Hêzên navnetewî ya li dijî êrişan di nava tevgerê de ne.

Çalakiya konvedanê ya ji aliyê HPC-JIN ku bi piştgiriya Kongra star li dijî gef û êrişên dewleta Tirk li Qamişlo li ber navenda NY hatiye vedan, di roja 17’an dewam dike.

Îro endamên saziyên sivîl û Kongera Star yên navçeya Til Temir beşdarî çalakiyê bûn.

Êriş nikarin têkoşîn û berxwedana me bişkînin

Li bin konê çalakiyê endama rêveber ya Kongera Star Meha El-Mihemed axivî û êrişên li ser herêmê û bêdengiya civata navneteweyî şermezar kir.

Meha El-Mihemed diyar kir ku êrişên li ser herêmê israra me ya berxwedanê û tekoşînê zêde dike.

Piştre daxuyaniyek ji aliyê endama Komîteya Perwerdê ya Kongera Star Xewle Mûsa hate xwendin.

Xewle Mûsa bang li hêzên cîhanî, Rêxistên Mirovî û Hiqûqî kir ku piştgiriyê bidin gelê bakur û rojhilatê Sûriyê û bi erkên xwe yên mirovî rabin.

Welatiyên Efrînê: Li dijî êrişan em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin

Her wiha komîteya zarokan, KPC demokratîk û Meclisa Jina ya malbatên Şehîdan ya şehbayê jî li dijî êirşan daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li qada dibistana navçeya Ehdas bi beşdarbûna saziyên rêveberiya xweser hat xwendin.

Di daxuyaniyê de, êrişên hovane yên dewleta Tirk li ser herêmê û hedefgirtina zarokan û şehîdkirina wan hat şermezar kirin.

Her wiha bang li hêzên mîna Rûsya û Amrîkayê hate kirin ku rê li ber êrişan bigirin û erkên xwe bi cih bînin.

Her wiha Koçberên Efrînê yên ku li herêmêa Şehbayê dimînin bertek nîşanî êrişan dan.

Efrîniyan piştrast kirin ku ew ê heta ku li warê xwe venegerin tekoşîn û berxwedanê bidominin.

Back to top button