Meclisa Xweser a Şengalê: Tevgera balafirên dewleta Tirk a li ser Şengaê zêde buye

Meclisa Xweser a Şengalê diyar kir ku ji 22’ê vê mehê ve liv û tevgera hewayî ya dewleta Tirk li ser Şengalê heye û got, “Ji pêkanîna her êrîşeke ku li ser Şengalê pêk were, hikûmeta Iraqê berpirsyare. Meclisa Xweser bang li hêzên navnetewî jî kir ku helwestê nîşan bidin.

Meclisa Xweser a Şengalê darbarê liv û tevgera ezmanî ya dewleta Tirk a li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Meclisê diyar kir ji 22 Tebaxê ve balafirên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê digerin û wiha got,

“Di vê mehê de dewleta Tirk a dagirker liv û tevgera xwe ya ezmanî bi balafirên bêmirov û carnan jî bi balafirên şer li ser Şengalê zêdekiriye.

Meclisa Xweser a Şengalê: Ji pêkanîna êrişên li ser Şengalê hikumeta Iraqê berpirsyar e

Em ji raya giştî re radigihînin ku ji encama her êrişeke ezmanî a gelê me û hêzên me bike armanc di serî de hikumeta Iraqê berpirsiyar e.

Meclisê da zanîn ku ji dema peymana 9’ê Cotmehê heya niha Iraqê bi hinceta pêkanîna peymanê leşkerên xwe li Şengalê bicihkirin, lê belê derbarê êrişên ezmanî de dengê xwe nekirine û Şengal neparstine.

Meclisê diyar kir ku di bin serweriya hêzên Artêşa Iraqê de dewleta Tirk êrişî Şengalê dike û wiha dewam kir:

“Seîd Hesen, Zerdeş Şengalî, Merwan Bedel û bi dehan hevalên me li ser axa Iraqê hatine hedef girtin.

Tevî ku ev hevalên me ji bo parastina Iraqê kar û xebata dane meşandin, lê Iraq li hemberî aramancgirtina wan bêdeng maye.

Ev bêdengiya Iraqê dibe sedema dubarebûna van êrişan.”

MXDŞ’ê di dawiyê de bang li Koneseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ji bo parastina civaka Êzidî ji êrişên dewleta Tirk bi erka xwe rabe û sînorekî ji dewleta Tirk re dayne.

Back to top button