HRE: 4 LEŞKERÊ DEWLETA TIRK LI EFRÎNÊ HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk, çalakiyên bi bandor li dar dixin..Herî dawî Li Efrînê 4 leşkerên Artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku hêzên wan 3 çalakiyên hemwext li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk li Efrînê li dar xistin.

Hêzên rizgariyê diyar kir ku, 21 Tîremehê hêzên wan li gundê Gobelê yê Efrînê ev çalakî li dijî leşkerên Artêşa Tirk pêk anîne.

Di encamê de, 3 çeper hatin rûxandin, 4 leşker hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Hêzên rizgariyê 2 roj berê jî ragihandin ku, li gundê Merenazê 5 çeteyên Dewketa Tirk hatin kuştin û 9 leşker û çete jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button