Hunermend û rewşenbîrên gelê Kurd jî ji bo yekîtiya neteweyî ketin nav tevgerê.
Înîsiyatîfa hunermend û rewşenbîrên Kurd ku li bajarê Kolnê di civînekê de li hev kom bûn û bang li hemû hêz, partî û rêxistinên Kurdan kirin ku di bin sîwana yekîtiya neteweyî de kom bibin.
Hunermend û rewşenbîrên Kurd ji bo xebatên yekîtiya neteweyî, li bajarê Kolnê yê Elmanyayê li hev kom bûn.
Ji çar aliyên Kurdistanê gelek kes di civînê de cîh girtin û xebatên Înîsîyatîfa Hunermend û Rewşenbîrên Kurd jî hatin destpêkirin.
Piştî civînê 47 hunermend, rewşenbîr û akademîsyen deklarasyoneke hevbeş weşandin.
Hunermend û rewşenbîran di deklarasyonê de bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker yê li dijî Rojava û destnîşan kirin ku dewleta Tirk li her derên cîhanê hebûna gelê Kurd, destketî û statuya wan weke dijminê xwe dibîne û hebûna xwe jî dixwaze li ser tinekirina gelê Kurd ava bike.
Yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd
Hunermend û rewşenbîrên Kurd deklarasyonek weşandin
Endamên înîsîyatîfê diyar kirin ku weke hunermend û rewşenbîrên Kurd, dixwazin ji bo yekîtiya gelê Kurd roleke çalak bilêzin û bang li hunermendên cîhanê jî kirin ku wan tenê nehêlin li dijî qirkirina gelê Kurd helwestê nîşan bidin.
Her weha hunermendan di deklarasyonê de hişyarî dan ku eger yekîtî û têkoşîneke hevpar neye meşandin, metîrsî heye ku gelê Kurd destketiyên heyî jî wenda bike û di dawiyê de ev bang kirin:
“Eger destketiyên gelê Kurd bên parastin, ev yek wê bi asta têkoşînê ya li hemû perçeyan, bi hêz û serketina têkoşînê, bi yekîtiya neteweyî pêk were. Pêwîstî heye ku rewşa heyî ya perçebûyî teqez ji holê bê rakirin.
Em, rewşenbîr û hunermendên ku xwe weke wijdana civakê dibînin bang li hemû hêzên berpirsiyar dikin ku ji bo yekîtiya netewî li hev kom bibin.”