Vîrûsa Corona..Li Silêmaniyê, kesekî din jiyana xwe ji dest da

Rêveberiya Tenduristiyê ya parêzgeha Silêmaniyê ragihand ku, îro li bajêr kesekî din ji ber vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest da.

Bi vê yekê, jimara kesên ku li Herêma Başûrê Kurdistanê bi sedema Coronayê mirine, bû 3 kes.

Wezareta Tenduristiyê ya herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku, li Hewlêrê, di nav de 4 zarok, 18 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin.

Wezaretê eşkere kir ku, jimara nexweşan li Başûrê Kurdistanê bû 232 kes, ji wan 74 kes bi temamî rehet bûne.

Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Iraqî jî ragihand ku, di nava 24 saetên dawî de li seranserê Iraqê 58 kes nexweş ketine.

Li gorî daneyên dawî yên Wezaretê, jimara nexweşên corona li Iraqê gihişt 878 kesan û 56 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Ji bo rûbirûbûna vîrûsa Coronayê jî, balyozê Netherlandê yê li Iraqê Eric Strating bi Twîttekê ragihand ku, welatê wî, dê 2 milyon dolarî pêşkêşî hikumeta Iraqê bike.

Back to top button