Ilham Ehmed: Agirbesta bê çareserî, rê li pêşiya şerên nû vedike

Seroka Desteya Rêveber a MSD Ilham Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk tevahiya peyman, lihevkirin û bangawaziyên navneteweyî binpê dike.

Ilham Ehmed bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyê bike da êrîşên xwe yên li dijî herêmê rawestîne.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed banga sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres a agirbestê, bi erênî pêşwazî kir.

Ilham anî ziman ku agirbest bê vedîtina çareseriyên guncew rê li pêşiya şerên nû vedike û got:

“Bi agirbestê re, divê hewldanên vedîtina çareseriyên serkeftî, ji tevahiya pirsgirêkên bi-nakok re hebin.”

MSD’ê duh jî di daxuyaniya xwe de ev çareserî di “serbestberdana hemû girtî û diyarkirina çarenûsa hemû kesên revandî” de destnîşan kiribû.

Ji bo vê jî, MSDê avakirina komîteyeke şopandinê ji bo van kesan ragihand.

Seroka Desteya Rêveber a MSD bi bîr xist ku Hêzên Sûriya Demokratîk piştî bangawaziyên NY, gavek avêt û rawestandina operesyonên leşkerî ragihand.

Ilham Ehmed: Hîna êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê nesekinîne

Lê Ilham Ehmed teqez kir ku Dewleta Tirk ranewestî û êrîşên xwe heta îro berdewam dike, agirbesta NY binpê dike û bi êrîşên xwe sivîlan neçarî koçberiyê dike.

Ilham Ehmed: Ji bo rawestandina şer, divê “NY” zextê li Tirkiyê bike

Ilham diyar kir ku, çeteyên Tirkiyê berpirsên kûrkirina aloziya Sûriyê ne û divê helwestek cidî li hemberî wan bê girtin.

Seroka Desteya Rêveber a MSD Ilham Ehmed bang li civaka navneteweyî, NY, YE, Amerîka û Rûsyayê kir, ku zextê li Tirkiyê bikin da êrîşên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî rawestîne.

Back to top button