Artêşa Niştimanî ya Lîbya, 3 dronên Tirkî anîn xwarê

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, 3 dronên Tirkî ku ji balafirgeha Misratayê derdiketin, li devera el-Weşka li rojhilatê bajêr anîn xwarê.

Artêşê teqez kir jî ku parastina asmanî hinek kombûyîn û navendên çeteyan li Misratayê kirin armanc.

Ev yek li gel bomebaran artêşê li ser balafirgeha Ziware ya li rojavayê Terablusê hat.

Di vê çarçoveyê de, çavkaniyeke leşkerî ragihand ku “Artêşa Niştimanî odeya kontrolê ya dronên Tirkî weke bersiv ji êrîşa ku çeteyên wîfaqê li ser deverên wan pêk anîbû, kir armanc.

Ev cara duyemîn e ku balafirgeha Ziwara tê armanckirin.

Sêşema borî jî, Artêşê droneke Tirkî li başûrê Terablusê anîbû xwarê.

Her çi qas NY ji bo Corona banga agirbesteke giştî li tevahî cîhanê kiriye jî, ev serê 2 hefteyan e, şerine dijwar li başûrê Terablus, Misrata û rojavayê Sêrtê rû didin.

Back to top button