“Rastiya Kurd û Şoreşa Rojava bala min kişand”

Profesorê felsefeyê yê Japon Monotao Morî qala nêrîna Japonyayê ya li jiyana alternatîf a li Rojava kir.
Monotao Morî diyar kir ku “Fikrê konfederalîzmê ji aliyê civakî ve fikrekî îdeal e”.
Fikrê Rêber Abdullah Ocalan û paradîgmaya Jineolojiyê dikarin li Japonyayê jî belav bibin.

Ji Zanîngeha Nagasakî profesorê felsefeyê yê Japon Motonao Morî,

Di destpêka meha Tîrmehê de li Hambûrgê bû mêvanê TATORT Kurdistan Cafe.

Ji bo qala nêrîna Japonyayê ya li jiyana alternatîf a li Rojava bike.

Motonao Morî, Konfederalîzma Demokratîk ji aliyê civakî ve weke fikrekî rast dibîne ..

Baweriya xwe bi wê yekê heye ku pergala Rojava li Japonyayê jî dikare bikeve meriyetê.

Li ser pirsa we Rojava çawa bihîst? Morî ev yek got:

Ya ku berê min da mijara Rojava sê bûyer in.

Ya yekemîn têkiliya min a yekser bi Davîd Graeber e.

Davîd Graeber e min têkilî pê re danî, ji min re got ku niha li cîhanê navenda herî girîng a siyasî Rojava ye.

Ya duyemîn Rastiya kurd.

Ya sêyemîn jî rastiya qanûna têkildarî biyaniyan a li Japonyayê.

Nêzîkatiya Japonyayê ya li penaberan bi taybetî jî li penaberên Kurd bû. Lewma gelekî hêrs bûm.

Vê yekê jî berê min da rastiya Rojava.

Avabûna herêmeke bi vî rengî ya xweser û dînamîkên li pişt vê mijarê bala min kişand.

“Rewşa jinan li Rojava bala min kişand”

Her wiha faktoreke din jî hebû:

Rewşa jinan a li Rojava.

Japonya di vê mijarê de gelekî li paş maye.

Mijarên ku bûn sedem ku li ser Rojava lêkolînê bikim ev bûn.

Li ser vê pirsê jî , Gelo fikreke we heye ku paradîgmaya Abdullah Ocalan bi çi rengî li Japonyayê bê nasandin?

“Konfedralîzma demokratîk û jineolojî pêkane ku li Japonayê jî pêkwere”

Motonao Morî ev yek anî ziman:

Ji bo Japonyayê min bal kişand ser Jineolojiyê jî ku gelekî girîng e.

Hem ji aliyê ekolojiya civakî ve hem jî ji aliyê pêşketina dîrokî ya jinên li Japonyayê ve.

Bi dîtina min, pêkane ku ev paradîgma li Japonyayê jî bê pêkanîn.

Konfederalîzma Demokratîk û Jinolojî li Japonyayê jî dikarin belav bibin.

Back to top button