Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê serê her malekê hezar û 500 dolar xeracê distînin.
Çeteyên dewleta Tirk piştî dagirkirina Efrînê dest danîn ser gelek malên xelkê.
Niha jî ji bo ku malên xelkê li wan vegerînin daxwaza hezar û 500 dolarî dikin.
Li gorî ANHA’yê çeteyan xerac li kesên ji gundê Hêkiçê yê navçeya Şiyê ferz kiriye.
Hat ragihandin ku hezar û 500 dolar xerac li ser welatî Ebdo Dilo û Emmar Hesen hatiye ferzkirin.
Malên her du welatiyên navborî piştî dagirkirina Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de dagir kiribûn.