Li Bangladeşê piştî navbereke du salan a ji ber Covid-19, Misliman cara 56. li hev civiyan.
Misilmanan destê xwe vekirin û ji bo alema Îslamê dua kirin.
Nêzî 5 milyon misilman ji 105 welatan beşdarî duyemîn kombûna olî ya herî mezin a alema Îslamê bû.
Kombûn li bajarê Tongî yê Bangladaşê pêk hat.
Ev yek piştî hecê ya Mekkeyê kombûna herî mezine ku bi navê ‘Bisva Ictima’ pêk tê.
Di civîna ku 3 rojan dewam kir de Serokomarê Bangladeşê û siyasetmedar jî beşdar bûn.
Di kombûnê de ji bo alema Îslamê nimêj hatin kirin.