Zelensky bertek nîşanî êrişa Rûsya ya li ser Dnipro da

Bîlançoya êrişa Rûsya ya li ser bajarê Dnipro giran dibe.
Herî kêm heta niha 40 sivîl mirine.
Serokê Ukraynayê Zelensky ji ber êrişê bertek nîşanî Rûsyayê da ev yek, wek “sûcê şer” bi nav kir.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres jî êrîş şermezar kir.

Di êrîşa moşekî ya ku Rûsyayê li bajarê Dnipro yê Ukraynayê pêk anî de herî kêm 40 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li dijî vê yekê bertek dewam dikin.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy di peyama xwe ya vîdyoyê ya ku duh bi şev hat weşandin de êrîşa Dnipro wek “sûcê şer” bi nav kir û got,

“Hemû kesên ku ji sûcê şerî berpirsyar in, wê bên eşkerekirin û darizandin.”

Hat ragihandin ku heta duh êvarê li bajarê Dnipro herî kêm cenazeyên 40 kesan hatin dîtin.

Hîna xebatên lêgerîna ji bo 25 kesan jî didome.

Di êrîşê de 77 sivîl jî birîndar bûn.

GUTERRES ÊRIŞA LI DNIPRO ŞERMEZAR KIR

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî li ser bûyerê bertek nîşan da.

NY diyar kir ku ji despêka êrişa Rûsya li ser Ukrayna, ev yek ji êrişên herî zêde bûyî sedema mirina sivîlan e.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres êrîş şermezar kir û ew wekî “nimûneyek nû ya binpêkirina muhtemel a qanûna şer” bi nav kir.

Rûsya sûcdariyê red dike.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov doh got;

“Hêzên ewlekarî yên Rûsî êrîşî xanî û dezgehên binesaziya civakî nakin.

Peskov careke din ji êrişê Ukrayna berpirsyar nîşan da.

Zelensky ji Osce alîkarî xwest

Serokomarê Ukraynayê Zelensky di peyameke vîdeo de ji Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê (OSCE), alîkarî xwest.

Zelensky di axaftina xwe de got,

“Ti sazî û dezgehên navneteweyî hêza xwe nedîtin ku xwe bigihînin cihên ku girtiyên me yên li Rûsyayê ne.

Divê ev rewş bê sererastkirin.”

Beriya vê daxuyaniyê doh Serokomarê Ukraynayê bi Wezîrê Karên Derve yê Makedonyaya Bakur Bujar Osmanî ku Serokatiya Demkî ya OSCEyê kiribû re hevdîtin kir.

Li gorî texmînên Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê, par 1 milyon û 600 hezar hemwelatiyên Ukraynayê bi tundiyê sirgûnî Rûsyayê hatin kirin.

Rûsya jî îdîa dike ku ev kes penaberên ji ber şer direvin in.

Piştgiriya Amerîka ji Ukraynayê re

Ji aliyê din ve Cîgira Wezîra Parastinê ya Amerîkayê Wendy Sherman serdana paytexta Ukraynayê Kîevê kir.

Sherman bal kişand ser wê yekê ku welatê wê dev ji alîkariyên ji bo Ukraynayê bernade.

Sherman di serdana xwe de bi Zelenky û Wezîrê Parastinê Oleksîy Resnîkov re hevdîtin pêk aniye.

Şoygo serdana hêzên li Ukrayna kir

Di vê navberê de Wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand ku Wezîr Sergey Şoygo serdana hêzên li Ukrayna kiriye.

Back to top button