Çeteyên DAIŞ’ê yên li girtîgeheke Hesekê, duh saet 2 şevê tevlihevî derxistin û hewl dan bi awayekî giştî birevin.
Di şeva Şemî û Yekşemê de, li girtîgeha Xwêran a bajarê Hesekê ev bûyer pêk hat.
Piştre, Hêzên Asayîşê destwerdan kir û karîbûn rewşa di hindirê girtîgehê de kontrol bikin û tevliheviyê bi dawî bikin.
Nûçegihanê me ragihand ku, piştî wê Hêzên Asayîşê derdora herêmê dorpêç kir û balafirên şer ên Koalîsyonê jî li ser herêmê firriyan.
Tê payîn jî Fermandariya QSD’ê, têkildarî vê bûyerê daxuyaniyê bide.
Weke tê zanîn bi hezaran girtiyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûrî girtî ne û weke dosyayeke herî xeter tê dîtin.
Gelek caran jî Rêveberiya Xweser banga avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina wan çeteyan kiribû.