Îsraîl bi balafiran êrişî Xezzayê kir

Îsraîlê careke din bi balafiran êrişî Xezzayê kir.
Ev êrişa xwe jî weke bersivdayîna topbarana li ser xaka welat nîşan da.
Di vê navberê de, Îsraîlî ji bo protestokirina ‘derbeya’ Netanyahu ya li ser darazê, xwe ji bo greva giştî amade dikin.

Li asîmanên Xezzayê careke din balafirên Îsraîlê tirs da avakirin.

Artêşa Îsraîlê êrişî Şerîda Xezza ya dorpêçkirî kir.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser mijarê daxuyaniyek da.

Avichay Adraee diyar kir ku di êrişê de navenda madeyên xav ên hilberîna roketan ên Hemasê hatine armanckirin.

Adraee ev êriş weke bersivdayîna êrişa 11’ê Sibatê ya roketên ku ji Xazzeyê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin pêk hat.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku armanca êrîşa hewayî ew e ku hêz û hewldana çekdanînê ya Hamasê têk bibe.

Adraî gef li Hemasê xwar ku ew ê berdêla her êrişeke li ser Îsraîlê pêk tînin bide.

Şahidên li Xezayê êrîşên hewayî yên Îsraîlê piştrast kirin û diyar kirin ku ziyanên madî li herêmên bomberdûmankirî û derdora wan çêbûne.

Wezareta Tenduristiyê ya bajêr heta niha ti daxuyaniyek nedaye ka di encama êrîşê de kuştî û birîndar hene yan na.

Li dijî netanyahu xwepêşandan

Li aliyekî din bertekên li dijî rêveberiya Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu zêde dibe.

Ev bertek piştî hewildanên Netanyahu yê dixwaze hêza dadweriyê lewaz bike pêk hat.

Li welat ji bo vê yekê gireva giştî pêk tê.

Ji bo serkeftina greva giştî li navendên bazirganî û pîşesazî, zanîngeh û dibistanên li seranserê Îsraîlê amedekarî tê kirin.

Greva ku tê xwestin bigihêje nêzî milyonek kesî, îro danê nîvro bi xwepêşandaneke mezin li ber Knesset (parlamento) û Dadgeha Bilind a li kêleka wê dest pê kir.

Aliyên grev rêxistin kirine teqez kirin ku grev wê bi dilxwazî, li ser hesabê şexsî yê karker û karmendan pêk were.

Bi hezaran şîrketên bazirganî, di nav de 200 şîrketên teknolojiya bilind, tevî şaredariya Tel Avîvê bi sedan şaredarî û gelek zanîngeh û dibistanan beşdarî grevê bûn.

Gelek şirketan ji bo piştevaniya karkeran ragiahndin ku ew ê destûrê bidin wan da ku beşdarî grevê bibin.

Hikûmetê hewl da ku plana grevê bi qedexekirina nebûna karmendên hikûmetê sabote bike da ku ew beşdarî xwepêşandanên li dijî dewletê nebin.

Back to top button