Salvegera 78. a damezirandina komara Mahabad

Beriya 78 salî, di rojeke weke îro de li Rojhilat komara Mahabad hat damezirandin.
Bi gotineke din, komara Kurdistanê hat damezirandin.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bivê bûneyê, peymek weşand.
Di peyamê de komara Mahabad û salvegera 10. a damezirandina Kantona Cizîrê pîroz kir.
PJAK’ê got: Damezirandina komarê di têkoşîna azadiyê de qonaxeke dîrokî ye û domdariya şoreşa gelê me ya li her çar beşên kurdistanê ye.

22’ê Çileya 1946’an Komara Mihabad a Kurdistanê hat damezirandin.

Ev komar her çiqasî temenê xwe 11 meh dewam kir, ji bo gelê herçar beşên Kurdistanê her mîna sembolek a têkoşînê lê hat.

PJAK: Bêdengiya dijî êrişan desketiyên ji dema komarê ve dixe nava metirsiyê

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya 78’emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê û avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê hate gotin,

“Damezrandina Komara Kurdistanê xaleke dîrokî ye di têkoşîna azadîxwaziyê de û şoreşa gelê me ji bo bidestxistina daxwaz û armancên xwe li her çar parçeyên Kurdistanê didome.”

PJAK’ê diyar kir ku salvegera 78. a Komara Kurdistanê di demeke wisa de ye ku ji ber gelê me gelek destket bi dest xistine û zêdetir nêzîkî azadiyê bûye, dijminên faşîst ji bo tunekirina hebûna gelê Kurd dest bi êrişeke hovane û bêrehm kirine.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê û êrişên dewleta Îranê ev sal kiriye saleke çarenûssaz û wiha hate gotin:

“Her wiha bîranîna Komara Kurdistanê tenê wê demê dikare were pîrozkirin ku gelê me ji her demê bêhtir bi têkoşîn û yekîtiya xwe li hemberî hemû êrişên qirkirinê bisekine. Tişta ku di encama êrişên Îran û Tirkiyê de derdikeve ne şerekî normal lê yê qirkirinê ye. Bêdengiya li hember destdirêjiyên dijminan hemû destketên gelê me, dixe metirsiyê.”

PJAK’ê salvegera 10. a damezirandina kantona Cizîrê pîroz kir

Her wiha PJAK’ê daxuyakirin ku di salvegera damezrandin û ragihandina Komara Kurdistanê de avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ya Rojava, pêkanîna heman daxwaza azadîxwaz a gelê me ye.

Back to top button