Sibe yekem roja meha Remezanê ye

Wezareta Ewqafê ya hikumeta Şamê ragihand ku sibe roja yekê ya meha Remezanê ye. Li gelek deverên din jî roja yekê ya ji rojiya remezanê hat ragihandin.

Meclisa Zanistî ya Feqî ya Wezareta Ewqafê ya Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku sibe 2’yê Nîsanê roja yekê ya meha Remezanê ya sala 1443’an a Hicrî ye.

Siûdî bi fermî yekem roja meha remezanê ragihand ku Sibe roja yekem ya ji roja meha remezanê ye.

Vê êvarê Dîwana Ewqafa Sunneyên Iraqê ragihand ku roja Şemiyê yekem roja meha remezanê ye.

Di heman demê de, Îmarat û Qeter’ê jî sibe weke yekem roja remezanê ragihandin.

Back to top button