6. Pêşengeha Şehîd Herekol di roja 6’an de ye

Pêşengeha Şehîd Herekol a 6’emîn 5 roj li pey xwe hiştin û derbasî roja xwe ya 6’emîn bû.
6. pêşangeha Şehîd Herekol a pirtûkan ev 6 roj e, li Hola Zana ya bajarê Qamişlo ji aliyê Desteya Çandê ya bakur û rojhilatê Sûrî hatiye destpêkirin.

Roja 5`an a Pêşangehê bi lidarxistina curbecur ji çalakiyan birêve çû.

Di roja 5’emîn a pêşengehê de xwedekarên dibistana El Nabîxe El Zubyanî serdana pêşengehê kirin.

Ji bo çanda xwedina Pirtûkan zêde bibe pirtûk bê pere li ser xwendekaran belav kirin.

Di beşa weşanxaneya Şilêr de , şahiya îmzekirina komên çîrokan a nivîskar Diyaa Iskender hat lidarxistin.

Her wiha pêşbirkeke jî çandî hat lidarxistin û tê de pirsên çandî û dîrokî hatin pirskirin.

Bi pêşandana helbestvan Xalid Omer hin ji helbestên kurdî yên kilasîk roj 5’emîn ji pêşengehê bi dawî bû.

6`emîn Pêşangeha şehîd Herekol dê heta 29`ê Cotmehê bidome.

Back to top button