Rûniştina yekem a doza Denîz Poyraz dest pê kir

Rûniştina yekemîn a Doza qetilkirina endama HDP’ê Denîz Poyraz, îro li Dadgeha Cezayê Giran a li Îzmîr ê pêk hat. Malbata Denîz Poyraz, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, ji zêdetirî 500 parêzer, Parlementerên Danîmarkayê û rêxistinên sivîl li dadgehê, doz şopandin Doza ji bo 24’ê Çile yê hat taloqkirin.

Îro, li Dadgeha Cezayê Gîran a Îzmîr Bayrakliyê, rûniştina yekemîn a doza qetilkirina endama HDP”ê Denîz Poyraz bi rêve çû.

Li kêleka malbata Denîz Poyraz Hevseroka Giştî ya HDP Pervîn Buldan, 2 Parlementerên Parlementoya Danîmarkayê, rêxistinên sivîl û nûnerên wan û zêdetirî 500 parêzer li cihê danişînê amade bûn.

Piştevanîyeke mezin ji bo doza Denîz Poyraz heye.

Ji ber ku di eywanê de cih nema, bi sedan kes li hewşa dadgehê dozê dişopînin.

Dayîka Deniz Fehîme Poyraz: Ev doza gelê Kurd e

Dayîka Denîz Poyraz Fehîme Poyraz, berîya rûniştinê hestên xwe parve kir û wiha got: ”Ev doz ne tenê doza min e, doza hemû gelê Kurd e.

Kesî me bi tenê nehişt. Em spasîya hemû beşdara û piştevanan dikin. Ev girse min kelecanî kir. Ev doz ne tenê yamin e, ya hemê gelê Kurdistanê û dostên wan e.

Divê ne tenê kujer ên ku rê dane ber wî jî werin darizandin.”

Li eywana rûniştinê alozî derket: Dema kujer derbasî eywanê bû li malbat û beşdaran mêzekir û kenîya

Lê di hîn kêlîyên despêkê de di eywana rûniştinê de alozî derket.

Rûniştin bi tespîtkirina nasnameyan despê kir. Lê dema ku kujer Onur Gencer bi destê cendirmeyan derbasî cihê danişînê bû li malbat û beşdaran mêzekir û kenîya.

Ev yek jî rê li ber hêrsa beşdar û malbatê vekir. Li ser vê yekê beşdaran ji kujer re gotin ”Tu çima ewqas rehetî qatil.” û bi dirûşma ”Wê kujer hesab bidin gel” bertek nîşan dan.

Heman demê polîsek jî vîdeoya kesên ku li eywana dozê amadebûn girt û ev yek bû sedema nerazîbûna parêzeran.

Li ser berteka parêzeran ew vîdeoya ku hatibû girtin, hat jêbirin.

Kesê bi kujer Onur Gencer re çûye otelê li Enqerê polîs e

Li alîyê din derket holê ku kesê bi kujer Onur Gencer re çûye otelê, li Enqerê polîstîyê dike.

Parêzerê dozê Îmdat Ataş destnîşan kir ku kesê bi Gencer re li teksîyê siwar bûye û çûye otelê li Enqerê polîsek wezîfedar e.

Yek ji parêzera doza Turkan Aslan Agaç derbarê îddanameyê de axivî û destnîşan kir ku qetilkirina Denîz Poyraz bi plankirî ye û ji êrişa duh a li Stenbolê ne cudatire.

Doz ji bo 24’ê Çile yê hat taloqkirin

Parêzerên dozê xwestin ku hêzên pişt bûyerûn êrişan werin eşkere kirin.

Doza ku danake rojê dirêj kir, ji bo 24’ê Çile yê hat taloqkirin.

Back to top button