Foza Yûsif: Hêzên desthilatdar bi armancgirtina jinên pêşeng dixwazin şoreşa jinê têk bibin

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif, derbarê xebat û têkoşîna jinan a di vê salê de nirxandin kir. Foza Yûsif da zanîn ku xelata herî binirx a sala 2021’an ji jin û gelan re pêşxistina hevpeymana civakî ye û ji jinan xwest ku vê destkeftiyê biparêzin. 

Li ser xebat û têkoşîna jinan a vê salê, Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif, ji ANHA’yê re nirxandin kir.

Foza Yûsif anî ziman ku hêzên desthilatdar bi armanca têkbirina şoreşa jinê gelek pêşengên jin kirin armanc.

Foza Yûsif: Jinên herêmê sala 2021’an pêşengtiya tekoşîna azadiyê kir

Foza Yûsif bal kişand ser pêngavên azadiyê û diyar kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi taybet 25’ê Mijdarê pêşengtiya têkoşîna azadiyê kir.

Foza Yûsif: Xelata herî binirx a vê salê, peymana civakî ye

Li ser hevpeymana civakî û rola jinan tê de, Foza Yûsif destnîşan kir ku zêdebûna rêjeya tevlibûna jinan di hevpeymanê de destkeftiyek e.

Endama Desteya Hevserokatiya (PYD) Foza Yûsif dawiya nirxandina xwe ev got:

“Bi hêz û yekitiya jinan, em ê bikaribin şoreşa xwe ya civakî di sala 2022’an de bi pêngaveke nû bi pêş bixin û misoger bikin. Hêvî dikim sala 2022`an bibe sala azadî, aşitî û serkeftinên mayînde.”

Back to top button