Şêniyên Kobanê salvegera 44′emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK′ê bi çalakiyan pîroz kirin.
Bi dehan ciwanên Kobanê bi boneya salvegera 44. a damezirandina PKK’ê meşeke bi meşaleyan li dar xist.
Ciwan li nav kolanên bajêr geriyan û li qada jina azad rawistiyan.
Li wir, endamê rêveber ê Komîteya Parastinê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê Hîlal Elî axivî û salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir.
Li aliyekî din li navçeya Şêranê jî bi şahiyekê salvegera 44’an a avabûna PKK’ê hate pîroz kirin.
Di şahiyê de, hevserokê Meclisa navçeya Taşlokê Mihemed Becî axivî û salvgera damenzrandina PKK pîroz kir.
Di dawiyê de Mihemed Becî bang li gelê herêmê kir ku hevgirtî bin û têkoşînê bilind bikin.
Şahî bi pêxistina agir û gerandina dîlanan bi dawî bû.