HPG: Li Zapê 17 dagirker hatin cezarkirin

Gerîlayên azadiyê operasyona Tolhildana Şoreşgerî li Qada Berxwedanê li dijî artêşa Tirk a dagirker lidarxist, Di encamê de17 dagirker hatin kuştin û 10 çeper hatin îmhakirin.

Navenda ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel HPG’ê ragihand ku Hêzên gerîla li dijî dagirkeran, li Qada Berxwedanê Operasyona Tolhildana Şoreşgerî li dar xist.

Di encama operasyonê de 17 dagirker hatin cezakirin û 10 çeper jî hatin îmhakirin.

Her wiha HPG’ê duh jî bi daxuyaniyekê encama çalakiyên gerîla yên di çarçoveya silavkirina salvegera damezrandina PKK’ê de parve kir.

HPG: 5 leşkerên dagirker hatin kuştin

Di çalakiyên Gerîla de 5 leşkerên dewlet Tirk hatin kuştin.

Dewleta Tirk jî 11 caran bi çekên kîmyewî û qedexekirî êriş kir.

Back to top button