Serçeteyekî şaneyên DAIŞ’ê li gundewarê Deşîşa hate kuştin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandin ku emîrê şaneyên DAIŞ’ê ku berpirsê zêdetirî 80 êrişên suîqastkirinê ya li Kampa Holê û derveyî wê ye, hate kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê agahiya kuştina serçeteyê şaneyên DAIŞ’ê belav kir.

Asayîşê diyar kir ku ev çete berpirsê suîqastkirina kesan li Kampa Holê û derveyî wê bû.

Hêzên Ewlekariyê di daxuyaniyê de têkîldarî operasyonê ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya xebatên hêzên me yên ewlehiyê yên şopandina şaneyên çeteyan de, Dezgeha Ewlekariya Giştî agahî li ser cihê veşartina emîrê suîqastkirinan li hundir û derveyî Kampa Holê girtin.

Şeva borî, 4’ê Şibatê, hêzên me yên taybet HAT’ê bi piştevaniya Koalîsyona Navneteweyî operasyonek li ser rêya gundê El Xiwêtle ya li gundewarê Deşîşa li dar xist.

Li wir wî çeteyan gule li hêzên me reşandin, hêzên me jî bersiv dan, di encamê de emîrê bi navê ‘Mehmûd El Lehîbî’ bi nasnav ‘Ebû Sufyan’ tevî çeteyekî din kuştin.”

Li gorî daxuyaniyê di serdegirtinê de ev tişt hatin desteserkirin:

“Çeka klaşînkov, 3 tiving, kembera xwekujî ya bibombeyan û xençerek ji bo suîqastkirinan.”

Li gorî agahiyên ku Asayîşê parve kiriye Ebû Sufyan ji xelkê Iraqî ye û çend şaneyên girêdayî wî li Kampa Holê hebûn û bi Ebû Ubeyda re di nava pêwendiyê de bû.

Asayîşê ragihand ku Ebû Ebeyda di operasyoneke hevbeş a hêzên wan û Hêzên QSD’û de li nav kampa Holê de şeva çarşemê, 27 kanûnê, 2023’yan hate kuştin.

Back to top button