Şemsedîn Mele Ibarhm bi merasîmekê li bajarê Hesekê hate bibîranîn

Îro salvegera yekemîn ya koça dawî ya kesayetê welatparêz Şemsedîn Mele Ibrahîm e. Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê bi merasîmekê Mele Ibrahîm bi bîr anî û xelata rûmetê radestî malbata wî kir.

Kesayeta welatparêz Şemsedîn Mele Îbrahîm ku weke Bavê Ciwan jî tê naskirin, ku zêdetirî 50 salên jiyana xwe ji bo têkoşîna doza gelê Kurd derbas kir îro di salvegera wefata xwe ya yekemîn de hate bibîranîn.

Merasîma bîranînê ji hêla PYD’ê li Hesekê li hola PYD’ê ya li taxa Salihiyê hate lidarxistin.

Bi dehan kesayetên welatparêz û endamên PYD’ê di merasîma bîranînê de amade bûn

Endamê Desteya Hevseroktiya PYD’ê Aldar Xelîl di merasîmê de axivî û behsa dîroka xebat û tekoşîn Şemsedîn Mele Ibrahîm kir.

Piştî wê li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk xelata rûmetê ji bo Şemsedîn Mele Ibrahîm radestî malbata wî hate kirin.

Back to top button