Tevgera Çand û Hunera Kurd a Ewropayê konferansa xwe ya 7’emîn bi dirûşmeya, “Li dijî qirkirin û dagirkeriyê em berxwedana çandî mezin bikin”, pêk anî. Di konfransê de ji bo pêşxistina xebatên çand û hunera Kurdî li Ewropa, gelek biryar hatin girtin.
Tevgera Çand û Hunera Kurd a Ewropayê di navbera 8-10’ê Nîsanê de, konferansa xwe ya 7’emîn li dar xist.
Konfrans bi beşdariya 100 delegeyên ji çar aliyên Ewropa û Skandînavyayê û gelek hunermendan, hat lidarxistin.
Di konfransê de hemû xebat û çalakiyên çandî û hunerî, hatin nirxandin.
Hem li ser kêmasiyên derketine holê hem jî li ser rêbazên çareseriyê nîqaşên berfireh hatin kirin.
Derbarê konfransê û encamên wê de, daxuyaniyek hat dayîn û behsa mijarên, pêşxistina çand û hunera Kurdî li Ewropa û pêşxistina xebatên edebî hat kirin.
Her wiha behsa giringiya xebatên çandî û hunerî yên ku li ser esasê pêşengiya jinê tên kirin, hat kirin.
Hat teqezkirin ku divê çand û hunera Kurdî di reseniya xwe de bimîne û nekeve bin bandorên derve.
Her wiha hat gotin ku parastina stran û govenda Kurdî, ji xalên sereke yên ku di konferansê de hat nîqaşkirin bû.
Hin biryarên ku di konfransê de hatine girtin wiha ne:
Azadiya Rêber Apo weke armancek herî bingehîn a têkoşîna azadî û rûmeta gelê Kurd û hemu gelên azadîxwaz dipejirîne û ji bo vê jî têkoşîneke çalak dide.
Xebatên çand û hunerê, li dijî qirkirin û asîmilasyona li ser çanda Kurd, xwe bi rêxistin dike.
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk, li dijî pergala desthilatdariya mêr û ferasetên zayendparêz, sermayedar ku li pêşiya azadbûna jinê dibin asteng, têkoşînê esas digire.
Xeta me ya çand û hunerê xweperestiyê weke astenga sereke ya li pêş pêşketin û afirandina hunerê qebûl dike.
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk, li dijî pergala desthilatdar a ku li ser ciwanan her cure êrîşên xerakirinên ruhî, pûçkirin, biyanîkirina ji nirxên wî yên civakî û dîrokî têdikoşe.
Ji bo parastina nirxên bingehîn û dewlemendiya muzîka Kurdî perwerde û kampên akademîk organîze dike.
Bi xurtkirina têkiliyên xwe yên bi hunermendên enternasyonalîst, şoreşger û demokrat re xebatên hevpar ên çand û hunerê pêş dikevin.