Piraniya avahiyên perwerdeyê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di encama erdhejê de zirar dîtine.
Di vî warî de aliyên têkildar ên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) destnîşan kirin ku 13 dibistan û avahiyên perwerdeyê yên her du taxan di encama erdhejê de zirar dîtine.
Dibistana herî zêde zirar dîtiye evin.
Dibistana Şehîd Cûdî Amanos, Navenda Dibistanên Mîxaîl Neme, Baxçeya Zarokan a Şehîd Jiyan a taxa Eşrefiye û dibistana Helîme El Sediye ya rojhilatê taxa Şêxmeqsûd e.