Balafirên artêşa Lîbî, nuqteyên çeteyên Wîfaqê yên li Şiwêrfê kirin armanc

Balafirên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê jî, çend êrîş birin ser çeperên çeteyên Wîfaqê yên li rojhilatê Mistrata û yên li çolistana Şiwêrif.

Her wiha di demeke nêz de, serokê Parlemena Lîbyayê Eqîle Salih wê serdana Moskoyê bike.

Balafirên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, çeperên çeteyên Wîfaqê yên li çolistana Şiwêrif bombebaran kirin.

Her wiha balafiran, 3 êrîş li dijî çeteyan, li nêzî devera Sedade ya li rojhilatê Misratayê kirin armanc.

Di demeke nêz de, Eqeyla Salih wê serdana Moskoyê bike

Ji bo bidawîkirina aloziya li Lîbyayê jî, cîgirê serokê Parlemena Lîbyayê Ahmîd Homa ragihand ku, di demeke nêz de, serokê Parlemenê Eqîle Salih serdana Rûsyayê dike.

Homa diyar kir ku dewleta Tirk, şandina çeteyan ber bi Lîbyayê ve, ji bo şerê Artêşa Niştimanî dewam dike û destnîşan kir ku êlên Lîbî û dewletên hevalbend, dê êrîşên dagirkeriya Tirk bişkînin.

Berya niha jî, serokê Parlemena Lîbyayê Eqîle Salih, helwesta Misirê ji bo parastina ewlekariya xwe ya niştimanî, bi ya rewa bi nav kir û destnîşan kir ku, di şerê li dijî terorê de, pêwîstiya Lîbya bi alîkariya artêşa Misirê heye.

Girêdayî heman mijarê jî, wezareta derve ya Yûnanistanê ragihand ku wezîre karên derve Nîkos Dêndyas. îro serdana Tûnisê dike.

Ajansa nûçeyan a Yûnanistanê destnîşan kir ku wezîrê derve di vê serdanê de wê pêşketinên li Lîbya û rojhilatê Deryaya Spî, her wiha pêwendiyên Tûnisê bi Yekîtiya Ewrûpayê re nîqaş bike.

Back to top button