Ş. Soson, Egîd û Rênas Roj li Til Temir hatin bîranîn

Duh salvegera 2`yemîn a şehîdxistina Sosin Bîrhat, Egîd Girkê Legê, Hesekê û fermandar Rênas Roj bû û hevalên wan bû.
Şêniyên Til Temirê şehîdên Meclisa Leşkerî bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da.

Meclisa Mlabatên Şehîdan bi pêşengtiya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê merasîmek li dar xist.

Beşdarên çalakiyê ta navenda Têkiliyên Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê meşiyan.

Malbatên şehîdên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, pêkhateyên navçeyê, tev li meşê bûn.

Di merasîma bîranînê de, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Hemo Hesen axivî.

Ehmed Hemo her 5 şehîd bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da.

Dûre bi navê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê feramdar Mihemed Hesen El Hesen axivî.

El Hesen soza berdewamkirina rêya şehîdan da ta ku serkeftin pêk were.

QSD’ê şehîd Sosin Bîrhat, Rênas Roj û hevrêyên wan bi bîr anîn

Back to top button