Ji bo jiyana Rêber Abdulah Ocalan, li her derê bang tê kirin

Ji bo zelalkirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan, Kurd li Tirbespiyê, Şam û Libnanê daketin qadan. Kurdan bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez destwerdanê bike û agahiyan derbarê rewşa tenduristî ya Rêber APO ragihîne.

Derbarê îdaiyên li ser jiyana Rêber Apo de, hemû qad veguherîne qada têkoşîn û çalakiyan.

Duh, Yekitiya Ciwanên Şoreşger û Meclisa Malbatên Şehîdan ên navçeya Tirbespiyê, meşeke bi erebeyan ji bo zelalkirina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan, li dar xist.

Li Taxa Zorava ya Şamê banga azadiya Rêber Apo hat kirin

Şêniyên Zorava jî ji bo Rêber Apo li qadan bû.

Bi dehan şêniyên taxa Zorava ya Şama paytext Şamê, hatin ba hev û daxuyaniyek bi par ve kir.

Di daxuyaniyê de tecrîda li dijî Rêbertî digel agahiyên têkildarî nebaşbûna rewşa wî ya tenduristiyê hatin şermezarkirin.

Şêniyên Zorava bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez destwerdan bike, agahiyan derbarê rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan de ragihîne.

Li Libnanê li pêşiya komseriya NY banga zelalkirina rewşa Rêber Apo hat kirin

Kurdên li Libnanê dimînin jî, li dijî îdiayan bi bertek bûn.

Kurdan li wir meşek li dar xist û li pêş Komseriya NY daxuyaniyek da, tê de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku berpisyariyên xwe li hember rêbertî pêk bînin.

Piştî daxuyaniyê nûnerê Ermen ê li Lubnanê Hamo Moskvian wiha got:

“Dijmin bi hemû hêza xwe hewl dide me ji rêber Abdullah Ocalan, fikir û felsefeya wî bi dûr bixe.

Lê belê em bi rêbertî ve girêdayî ne û li ser şopa wî dimeşin.”

Back to top button