Li qadên Çemço û Sîdayê di encama çalakiyên hêzên gerîlayan de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Têkildarî şer û berxwedaniya li herêmên Parastinê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da.
Li groî vê
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
28’ê Çileyê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, tîmên gerîla yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li qada Çemçoyê xistin.
Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.
Heman rojê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê jî, kepçeyeke dagirkeran ku li nêzî gundê Sîdayê hewl dida çeperên berxwedanê yên gerîla hilweşîne, bû hedefa gerîlayan.
Li vir dagirkerek hate kuştin, dagirkerek birîndar bû û kepçe jî hate îmhakirin.
Her wiha HPG’ê derbarê êriş û sûcên arteşa Tirk a dagirker jî ku dewam dikin ev agahî dan:
Çeperên berxwedanê yên gerîla 6 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombe kirin.”



