Hevserokê Tevgera Azadî Selam Ebdula hat berdan

Hevserokê Tevgera Azadî Selam Ebdula ku 27’ê Çileyê hatibû destgîrkirin hate berdan.

Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Selam Ebdula ji aliyê Asayişa Ranya ya Silêmaniyê ve hatibû destgîrkirin, hat berdan..

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên berdana Selam Ebdula piştrast kir.

Hat gotin ku Selam Ebdula li asayîşa Raperînê hatibû destgîrkirin û ev yek bûbû sedema nerazîbûneke mezin.

Tevgera Azadî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku destgîrkirina hevserokê wan mijareke siyasî ye û xwestibû tavilê bê berdan.

Back to top button