Hevserokê giştî yê Tevgera Azadiyê Selam Ebdula li Ranya hate binçavkirin

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê dirar kir ku Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî Selam Ebdula îro li Ranyayê hate binçavkirin.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî Selam Ebdula ji aliyê Asayîşa Ranyayê ve hatiye binçavkirin.

Tevgera Azaiyê têkîldarî mijarê wiha got: “Divê demek berî demekê Selam Ebdula were berdan.

Binçavkirina Selam, ji aliyê asayîşa Ranyayê ve, tu bingehek xwe ya yasayî nîne.”

Tara Hisên: Em sibe li Ranyayê çalakiyekê li dar dixin

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên têkîldarî heman mijarê banga serbest-berdana Selam Ebdula kir.

Tara Hisên diyar kir ku ji bo vê mijarê, sibe saet 11’an li Ranyayê wê çalakiyekî lidar bixin.

Back to top button