Şandeyeke HDP’ê serdana Selehadîn Demîrtaş kir

Îrp Şandeyeke HDP’ê bi mebesta nirxandina pêvajoya hilbijartinê serdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş kir. Her weha li aliyê din xebatên HDP’ê yên ji bo hilbartinê tevî hemû dek û dolabên desthilata AKP-MHP’ê bi piştgiriyekî xurt a gel dewam dike.

Şandeyeke ji HDP’ê çû serdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê ê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê tê girtin.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de hatiye gotin ku Demîrtaş ji ber rewşa xwe ya hiqûqî nikare bibe namzet û dê piştgiriyê bide xebatên ji bo namzetê ku partî hildibijêre.

Demîrtaş di hevdîtinê de da zanîn ku namzetê tê diyarkirin namzetê Tifaqa Ked û Azadiyê ye û dê piştgiriyê bide.

Her wiha diyar kir ku biryare kampanya û xebatên hilbijartinê yên partiyê bi awayekî berhemdar bimeşîne.

Şandeya HDP’ê jî destnîşan kir ku dê xebatên hevpar bi xwe re serkeftinê bîne.

Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinê bi piştgiriyek xurt didome

Li aliyê din xebatên HDP’ê yên ji bo hilbartinê tevî dek û dolabên desthilata AKP-MHP’ê bi xurtî dewam dike.

Dadgeha Destûra Bingehîn biryara astengikirina alikariya xezineyê ya ji bo xebatên hibijartinê dabû.

Wekî bertek a li dijî vê biryarê ji hêla gel ve bang û daxwazên pitşgtirê bilind bûn.

Li ser daxwaza zêde a gel HDP’ê kampanya “xezîneya me gelê me ye” ragihand

Ji karker heta kedkaran, ji her beşên civakê gotin: pêwîst bike ewê hemû mûçeyên xwe bidin HDP’ê.

Li hemberî astengkirina alikariya xezineyê ez ê bêdeng nemînim û destkeftiya xwe ya îro ez ê hemû gorî partiya xwe bikim

Piştgiriya gel a bi kampanya “xezîneya me gelê me ye” didome

Li ser vê daxwaza zêde a gel HDP’ê jî biryara kampanya ‘Xezîneya me Gelê me ye’ da.

Doh berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bi daxuyaniyekê starta kampanya ‘Xezîneya me Gelê me ye’ ragihand.

Di medyaya dijîtal de, di nava wextekî kurt de ji aliyê hezaran kesan ve piştgiriya kampanyayê hate kirin.

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat sancar bi vîdeoyekê spasiya kesên ku bi piştgirek xurt beşdarî kampanyayê bûn kirin.

Back to top button