Çalakiya Arîn Mîrkan efsaneyeke berxwedanê nivîsand

Jina şoreşager Arîn Mîrkan beriya vê bi 8 salan li ser girê Miştenûr ê Kobanê çalakiyeke fedayî kir..
Çalakiya Arîn Mîrkan şerê li Kobanê ya li dijî hovîtirîn çete, bire ber bi serkeftinê.
Arîn şehîd ket, lê Kobanê bi serket û qehremanên mîna wê heta niha têkoşînê didomînin.

Berxwedana Kobanê li cîhanê weke berxwedana sedsalê hate naskirin..

Lê ev berxwedan bi berdêlên mezin gihîşt serkeftinê..

Rêvan û Arîn Mîrkan bi çalakiyên xwe yên fedayî dengê berxwedana Kobanê bilind kirin û li hemû cîhanê belav kirin..

Dilar GencXemîs, bi nasnav Arîn Mîrkan..

1992’yan li Gundê Hisê yê navçeya Mabatayê ya Efrînê tê dinê.

Ew di nava malbateke welatparêz a xwedî hestên neteweyî ji dayîk bûye..

Arîn Mîrkan li gundê xwe Hisê, dibistana seretayî û navîn bi serkeftî xwendî ye .

Arîn 2007’an bi rihê gurkirina têkoşîna azadiyê, tevlî refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe.

Salên demdirêj li ser pîvanên azadî û rizgariya jinê xwe kur dike..

Di destpêka şoreşa rojavayê Kurdistanê de Arîn Mîrkan beşdarî nava xebatên şoreşê bû.

Û nava refên Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê de cih girt da ku parastina xaka welatê xwe bike.

Ew li dijî êrişên ser herêmê di eniyên herî pêş de cih digire û şer dike.

Li dijî êrişên çeteyên DAIŞ’ê ên li ser bajarê Kobanê, Arîn Mîrkan berxwedaneke dîrokî raber dike.

Wê demê Arîn Mîrkan fermandariya Yekîneyeke YPJ dikir..

Di roja 5’ê Cotmeha 2014’an de fermandara YPJ’ê Arîn Mîrkan li eniya Rojhilatê Kobanê bi armanca rê li çeteyan bigire, li ser girê Miştenûr çalakiya fedayî pêk tîne.

Bi vê çalakiya xwe ya fedayî Arîn Mîrkan di dîroka mirovahiyê de efsaneyeke berxwedanê nivîsand..

Arîn Mîrkan di hemû şert û mercan mînaka hevaltiyê bû..

Ji bo doza gelê xwe xwedî rihê berpirsyartiyê bû.

Bi qasî hestên azadiyê xeyal û armancên wê mezin bûn..

Arîn bi cewhera berxwedana ku temsîl dikir ji hemû cîhanê re îspat kir ku jina kurd xwedî ew vîna xut û azad e.

Jina Kurd hîna gotina xwe ya dawî nekiriye

Berî çalakiya xwe jî ji her kesî re dibêje:

Hîna jina kurd gotina xwe ya dawî nekiriye.

Em ji çeteyan natirsin, em ê heta dawî şer bikin.

Li şûna em bikevin destê çeteyan, em ê canê xwe feda bikin.

Arîn Mîrkan li dijî çeteyên hov bû erdhêjek li deşta Kobanê

Û bû xençerek û ket dilê wan..

Çalakiya Arîn Mîrkan tirek xiste dilê çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê dewleta Tirk..

Her wiha agirê berxwedanê gûr kir û serxistin misoger kir..

Piştî 134 rojan, di 26’ê Çileya 2015’an DAIŞ têk çû û Kobanê bi temamî rizgar bû.

Fermandar Arîn li pişt xwe mîrasekî tijî têkoşîn hişt

Fermandar Arîn li piş xwe mîrasekî tijî têkoşîn, berxwedanî, qehremanî û lehengtî dihêle..

Îroroj li ser şopa Arîn, Rêvan, Avêsta û Zîlanan, du jinên bedew Sara û Rûken jî xwe kirin gokeke ji agirê nemir..

Û rihê berxwedanê geş kirin.

Sara û Rûken îspat kirin ku xeta Arîn û Rêvana, xeta xwedewendên jin ên azad dê bi serkeftinê tacîdar bibe..

Back to top button