TEV-ÇAND a PKK: Şehîd Mizgîn ji bo me mînakeke herî bihêz e

Îro salvegera 30. a şehadeta fermandar û hunermenda Kurd Gurnet Aydin ‘ Hozan Mizgîn’ e.
Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê bi vê boneyê daxuyaniyek da û tekez kir divê her hunermendekî Kurd di vê pêvajoya hebûn û tinebûnê de bi rihê Şehîd Mizgîn têbikoşe.

Komîteya Çand û Hunerê -TEV-ÇAND) a PKK’ê, di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser taybetmendiyên Hunermenda Şoreşger û ev got:

“Em weke gel û tevgera azadiyê îro di pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ji bo Rêber û welatê xwe têdikoşin.

Gerîlayê qehreman li hember dagirkeriyê bi ruhekî fedaî şer dike û pergala dijmin parçe dike.

Her hunermenek jî pêwîst e bi vî rihê şoreşger tevbigere û têkoşînê mezin bike.

Şehîd Mizgîn ji bo me mînakeke herî bi hêz û watedar e.

Heval Mizgîn bi sekin û jiyana xwe, bi têkoşîn û şoreşgeriya xwe bû sembola şehîdên Tevgera Çand û Hunerê ya Azad. ”

Komîteyê dawiya daxuyaniyê teqez kir ku ji bo pêkanîna armancên şehîdan, ew ê têkoşîna xwe bilintir bikin.

Back to top button