Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 kamyonên genim ji cotkarên rojhilatê kantona Girê Spî ya dagirkirî dizîn.
Çavkaniyekî xwecihî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku çeteyên Sultan Murad ên dewleta Tirk a dagirker, 2 kamyonên genim ji cotkarên rojhilatê kantona Girê Spî dizîn.
Heman çavkanî, diyar kir ku bûyer li nêzî bajarokê Hemam El Turkman ê Girê Spî qewimî ye.
Her wiha heman çavkanî anî ziman ku cotkar bi hêrs û fikar in ku ev bûyer carek din dubare bibe.