Berxwedana xelkê Mexmûrê li Den Haagê hat silavkirin

Kurdistaniyên ku li Ewropayê dijîn li dijî dorpêça Mexmûrê bertek nîşan dan.
Gelek bajarên li Ewropayê bi taybet Bremen a Almanyayê mîtingek û Cenevreyê jî meşek hat lidarxistin.
Di van çalakiyên xwe yê girseyî de berxwedaniya xelkê Mexmûrê silav kirin.

Berxwedana gelê mexmûrê ya li dijî dorpêç û têlkirinê ya ji aliyê artêşa Iraqê ve bê navber dewam dike.

Endamên Meclisa Civaka Kurd a Demokratîk a Den Haagê û Meclisa Civaka Kurd a Demokratîk a Amsterdamê, li ber avahiya Meclisa Hollandayê ku li Den Haagê ye çalakî li dar xist.

Di çalakiyê de dorpêça Wargeha Mexmûrê ya ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin protestokirin.

Hevserokê Meclisa Civaka Kurd a Demokratîk a Den Haagê Dr. Azad Badikî axivî û got: ”Artêşa Iraqê ya dagirker dixwaze xelkê Mexmûrê hepis bike.

Li Bremenê mîtînga piştevaniya bi Mexmûrê re

Kurdistaniyên li Bahnhof Platza li bajarê Bremen ê Elmanyayê jî kom bûn û dorpêça li ser wargeha Mexmûrê protesto kirin.

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Iraqê hat kirin ku rêzê ji hiqûqa navxweyî û ya navneteweyî re bigire, tiştê pêwîst bi cih bîne û ev tişt hat gotin: “Ev wargeh di bin kontrola NY’yê de ye. Em bang li NY’yê dikin ku bi erka xwe rabibe.”

Piştî daxuyaniyê belavokên bi Elmanî hatin belavkirin.

Li Cenevreyê soza pûçkirina polîtîkayên qirêj hate dayîn

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê berxwedana xelkê Mexmûrê bi meşekê hate silavkirin.

Li ser navê girseyê Ramazan Baytar daxuyanî da û diyar kir ku hewldana dorpêçkirina Mexmûrê nayê qebûlkirin

û diyar kir ku ew bi xelkê Mexmûrê re ne.

Piştre li ser navê Ciwanan jî Omer Rizvanoglû jî diyar kir ku ew ê weke ciwanên Kurd xwedî li berxwedana xelkê Mexmûrê
û têkoşîna gerîla derbikevin û polîtîkayên tecrîdê pûç bikin.

15 Rojin xelkê Mexmûrê li ber xwe didin

Back to top button