Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê erişan Tirkiyê li ser Kobanê şermezar kir

Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê jî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê teybet li dijî kobanê ku di encamê de gelek welatî û çalakgerên sivîl jiyana xwe ji dest da, şermezar kirin.

Têkildarî êrişa dewleta Tirk a li dijî maleke li bajarê Kobanê, Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê daxuyanyeke da.

Di daxuyaniyê de Meclisa Qanûnsaz êriş şermezar kir û ev got:

“Di van demên dawî de balafirên bêmirov ên dewleta Tırk herêmên me bombebaran dikin, her wiha li Qamişlo malbata Yusif Gilo hedef girt û li Şengalê jî Meclisa Gel hedef girt.

Beriya çend rojan Zirgan bi dijwarî topbaran kir, herî dawî jî mala welatiyekî Kobanê hedef girt.

Di encama bombebarana wê malê de 5 welatî jiyana xwe ji dest da .”

Meclisa Qanûnsaz diyar kir ku Ev yek îsbat dike ku dewleta Tirk qanûnan bin pê dike.

Di dawiya daxuyaniyê meclisê bang li dewletên garantor Rûsya û DYA’yê hat kirin ku bi lez destwerdanê bikin, sînorekî ji van êriş û hedefgirtinan re deynin .

Back to top button