Meclisa Rêveber a herêma Firatê civîna xwe ya salê li dar xist

Îro, Meclisa rêveber a herêma Firatê civîna xwe ya salê li dar xist.

Meclisa Rêveber a Herêma Firatê civîna xwe ya salê li bajarê Kobanê li dar xist.

Nûnerên tevahî saziyên girêdayî meclisê beşdarî civînê bûn.

Piştî nirxandina rewşa siyasî, rapora xebatên salê ya saziyan hatin xwendin..

Paşê, pêşniyar û plansaziya dema pêş ya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê hat nîqaşkirin û astengiyên li pêşiya wan hatin ziman.

Her wiha qale desteka ku divê ji bo çandiniyê û berhemên sewaldariyê, pêşxistina qada perwerdeyê bi rêya zêdekirina dibistanan û pêşxistina binsaziya fêrkirinê jî hat kirin…

Back to top button