Çeteyên dewleta Tirk a dagirker dest bi qutkirina ava Çemê Xabûrê jî kir

Çeteyên dewleta Tirk dest bi qutkirina ava Çemê Xabûr jî kirine, da avê ji hêleke din li ser herêmên Bakur û Rojlhilatê Sûryê qut bikin.

Çeteyên dewleta Tirk dest bi qutkirina ava çemê Xabûrê bi rêya firehkirina çem û bilindkirina satirên axî li pêş herikîna avê kirin.

Çavkaniyên herêmî yên taybet ji hundirê Serêkaniya dagirkirî têkildarî kirinên çeteyan ev agahî da:

Ev çend roje çete bi rêya treks û alavên giran dest bi firehkirina çemê Xabûrê, taybet nêzî gundê Menacîr ê dagirkirî kirine.

Çete bi vê dixwazin ava Xabûrê jî qut bikin û birçîkirina gelên li Bakûr û Rojhilatê Sûrî zêdetir bikin.

Back to top button