Dewleta Tirk a dagirker vê sibê li dijî siyasetmedarên kurd li bajarê Semsûrê operasyona qirkirina siyasî pêk anî û 5 kes bin çav kirin.
Polîs û leşkerên Tirkiyê danê sibê bi ser gelek malên kurdan ên bajarê Semsûrê , de girtin.
Di serdegirtina malan de 5 kes bi îdaya endamtiya rêxistinê hatine binçavkirin.
Li gorî agahiyan kesên hatin girtin ji Midûryeta Emniyetê ya bajarê Semsûrê re hatin veguhestin.