Rêjîma Îranê kolberek li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê birîndar kir

Rêjîma Îranê li sînorê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê kolber gulebaran kirin, kolberek bi giranî birîndar bû.

Ajansa Kolbernews ragihand rêjîma Îranê kolber li devera sînorê Berwişkanî ya ser bi bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê ve gulebaran kirin.

Ajansê da zanîn ku di encama gulebaranê de kolberê bi navê Mihemed Sadiqî yê ji Seqizê bi giranî birîndar bû û ji nexweşxaneya Bane re hat veguhestin.

Li dijî sûcên rejîma Îranê girtiyê bi navê Ferzad Samanî ket gireva birçîbûnê

Her wiha li dijî zext, bêmafî û kirinên rejîma Îranê girtiyê bi navê Ferzad Samanî ku li girtîgeha Îtila`ata ya li Bajarê Urmiyê de dimîne, dest bi gireva birçîbûnê kiriye.

Birayê Faruq Samanî bi rêya ajansa Kurdpa ragihand ku birayê wî ji ber sûcên hêzên Îtîla ata ket greva birçîbûnê.

Back to top button