Îsraîl peymana baceyan bi Îmarat re imze kir

Îsraîl bi armanca pêşxistina têkiliyên aborî bi Îmarata Erebî peymana baceyan imze kir.

Ajansa Firans Prês derbarê mijarê de ragihand ku Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Yesraîl Katis peyman ragîhandiye û gotiye ku ev peymana aborî ku di navbera herdû welatan de hatiye îmzekirin dîrokiye.

Piştî Misr û Urdin, Îmarat welatê ereban ê sêyemîn e ku têkiliyan bi Îsraîlê re ava kir.

Piştî wê jî Behrên Sûdan û Mexrib têkilî bi Îsraîlê re ava kirin.

Hêjaye bibîrxistinê ku piştî êrîşa dawî ya Îsraîl li dijî Filistînê ev yekem peymane welatekî erebî bi Îsraîlê re imze dike.

Ji lewma Hêzên Filistînî ew wekî Derba di piştê de pênase kirin.

Back to top button